Yekîtiya Jinên Ciwan li Şengalê li dijî komployê meşiya

  • 13:10 12 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî li Şengalê bi çalakiya meşê li dijî komploya 15’ê Sibatê  ya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Jinan di meşê de gotin:"Em ê bi têkoşînê Rêber Apo azad bikin."
 
Ji bo salvegera 15'ê Sibatê komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî li Şengalê meşek hate kirin.
 
Meş bi tevlêbûna ciwanên ereb û kurdên êzîdî  ji Mifriqê Komelgeha Borik bi daxuyaniyekê dest pê kir.  Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinê Ciwan Sara Botan ve hate xwendin.
 
Sara Botan diyar kir ew komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û got Abdullah Ocalan girtî be jî fikir û ramanên xwe li tevahiya cîhanê berbelav bûye û tu hêz nikare pêşî li ramanên azad bigire.
 
Sara bi berdewamî bal kişande ser zextên hikûmeta Bexdayê ya li ser ciwanan û got:"Li gel Hikûmeta Kazimî rê li çalakiyên me ciwanan digire jî em ê ciwanên Şengalê ji bo  azadiya Rêber Apo tu astengiyan nas nekin û em ê bi tolhildan û tekoşîna xwe Rêber Apo Azad bikin.’"
 
Piştî daxuyaniyê hêzên Iraqê mudaxaleyê çalakiya ciwanan kirin û ji wan xwestin  ku posterên Rêberê PKK'ê neyên rakirin lê ciwanan guh nedan astengiyan û meşa xwe bi dirûşma "bimre bêbextî" domandin.
 
Çalakiya ciwanan bi astengiya artêşa Iraqê ve dest pê kir.
 
Meşa ciwana bi rakirina posterên Abdullah Ocalan, alên rêxistinên ciwan, bi dirûşma "Bi tolhildana ciwanên Êzidî em ê komployê têk bibin û Rêber Apo Azad bikin" dest pê kir.
 
Meşa ciwana wê du rojan dewam bike. Ciwan wê 25 kîlometre ji Mifreqa Borik heya bajarokê Xanesorê bimeşin.
 
Meş bi astengiyan berdewam dike.