Malbata Şenyaşar: Dinya alem dizane ku em mafdar in

  • 11:34 12 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê hatî destpêkirin 341 roj in didome. Malbat îro ev peyam parvekir: "Her kes xwedî li têkoşîna me derdikeve. Hûn nikarin me bêdeng bikin, nikarin me tune bihesibîni, ji ber ku dinya alem dizane ku em mafdar in." 
 
Beriya hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên Malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edale pêk were ji 9’ê adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Çalakiya malbatê 341 roj in didome. 
 
Ji ber ku dawiya hefteyê malbatê çalakiya xwe ya îro li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal wiha bang kir: "Em ne navdar in, lê me li dijî neheqî û bêhiqûqiyê çalakiyek da destpêkirin û niha em li her derê Tirkiyeyê tên nasîn. Her kes xwedî li têkoşîna me derdikeve. Hûn nikarin me bêdeng bikin, nikarin me tune bihesibîni, ji ber ku dinya alem dizane ku em mafdar in."