Çalakiya greva birçîbûnê ya 140 girtiyan didome

  • 10:33 12 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - 140 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, çalakî di roja 3’yemîn de didome. 
 
Girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tên ragirtin, ji bo mirina Ramazan Tûran ê 70 salî ku di 21’ê Çileyê de bi awayekî biguman di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû bê lêkolînkirin, di 10’ê sibatê de ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Çalakiya ku 140 girtiyan da destpêkirin di kete roja 3’yan. 
 
Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê îro were bi dawî kirin. Daxwazên girtiyan yên din jî wiha ne: 
 
“*Rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 
 
* Girtiyên nexweş bên berdan û mafên wan ên dermankirinê neyên astengkirin, 
 
* Rêveberiya girtîgehê dest ji helwesta xwe ya li hemberî girtiyan berde, 
 
* Serdegirtinên qawişan ên heftê 3 rojan tên kirin bên bidawîkirin,
 
* Lijneya Rêveberî û Şopandinê ya Girtîgehê dest ji raporkirina rewşên kêyfî û xerab berde, 
 
* Dest ji astengkirina aktîvîteyên civakî yên bi hêceta pandemiyê nayên kirin, berdin.”