ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 12 Sibat 2022
  • Rojev
*Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Hedle Hesen diyar ki ku ev 23 sal in tecrîda giran li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got: "Rast e Rêber Apo bi awayê fîzîkî ne li gel me ye, lê em li ser fikir û felsefeya wî dijîn." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê der barê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivîn û diyar kirin ku heta ev tecrîd ranebe aştî wê ne pêkan be û mifteya azadî û aştiyê di destê Abdullah Ocalan de ye. DÎMEN HEYE
 
*Cigira Serokatiya navenda Mafê Mirovan a Baroya Enqereyê Gîzay Dulkadîr bi 5 hevalên xwe re bi armanca bertek nîşanê sansurkirina rapora der barê îşkenceya li TEM’ê ya ji aliyê Baroya Enqereyê hatiye kirin, îstîfa kirin. Gîzay da zanîn ku sedema îşkencê çanda bêcezahiştinê ye û divê îşkence bên îfşakirin. BI DÎMEN 
 
*Emîne Demîragaç ya ku kurekê wê hatiye qetikirin û yek jî nexweşe, da zanîn ku di pişt û lingê kurê wê de platîn heye û rewşa wî li girtîgehê bimîne nemaye û divê daxwazên wan bên cih. BI DÎMEN