Şandeya HDP’ê serdana Wargeha Mexmûrê kir

  • 16:27 11 Sibat 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Şandeya HDP'ê ya ku ji parlamenteran pêk dihat serdena Mexmûrê kir. Di serdanê de êrişên ku di 1'ê sibatê de pêk hatî hat şermezar kirin û bangewaziya yekitiyê hat kirin. 
 
Di 1’ê sibatê de Dewleta Tirk bi balafirên şer êrişê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur), Şengal û Rojavayê Kurdistanê kir. Di encama êrişê de 2 endamên hêzên parastinê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Ji bo şopandina van êrişan şandeyek ji 4 palamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî serdana Mexmûr û Şengalê kir. Di şandeyê de parlamentera Êlihê Feleknas Uca, parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş û parlamenterê Îzmîrê Murat Çepnî cih girt. Şande îro li avahiya Saziya Malbetên Şehidan bi gel re civiya.
 
Di civîne de parlamenterê HDP'ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bal kişand ser têkoşîna penaberên li Mexmûrê û got: "Çi bedel dibe bila bibe dê ji bo azadiyê û ji bo jiyaneke bi rumet em ê li ber xwe bidin.”
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî bal kişand ser êrişan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Êrişên li hemberî Gelê Kurd roj bi roj dirûtiyê nîşan dide. Em dizanin ku ev gelê li vir dijîn di sala 1994'an de gundê wan hatin şewitandin û îro jî li wargehê di sala 2022'yan de bûn hedefa balafirên şer. Tu ferq di navbera êrişên salên 1994'an û 2022'yan de nîne. Sedemê van êrişan jî necareserkirina pirsgirêka Gelê Kurd û girankirina tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."
 
Feleknas, diyar kir ku di heman demê de êrişê li Şengal, Mexmûr û Rojava kirin û wiha bi lêv kir: "Ambargoya li hemberî wargehê ev nêzî 3 sal in didome. Em ji vê rewşê xemginîn. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî kurd, li hemberî xwîşk û birayê xwe vê yekê pêk tîne. Em fêm dikin ku dostên DAIŞ’ê hevkariya DAIŞ’ê dikin ku Gelê Kurd têk bibin. Em bang li Gelê Kurd, dostên kurdan û wargeha ku di bin sîwaneya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kirin ku li hemberî êriş û ambargoyan bêdeng nemînin."
 
Hevseroka Melisa Gel a Demokratik ya Mexmûrê Fîlîz Bodak ji di civînê de axivî û got: "Em ji serdana Şandeya HDP'ê kêyfxweş bûn. Li dijî êrişan divê em yekitiya xwe avabikin. Bi sekneke demokratîk û bi yekitiyê Gelê Kurd dê bi ser keve."