Li Amedê jinek bi guman ji qatê 5'an ket xwarê
- 13:19 11 Sibat 2022
- Rojane
AMED - Li navçeya Peyasê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş ji qatê 5’an a avahiyê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye.
Li taxa Huzurevlerî ya navçeya Peyasa Amedê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş a 23 salî ji qatê 5’an a avahiya lê rûdinê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye. Yelîz a bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat zanîn ku rewşa Yelîz xedar e û li nexweşxaneyê tedawiya wê dewam dike.