Îpek Ateş jiyana xwe ji dest da

  • 13:10 11 Sibat 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îpek Ateş a ku piştî darbeya di 12'ê Îlona 1980'ê de diçe serdana lawê xwe yê di girtîgehê de û nikare bi kurdî biaxive jiyana xwe ji dest da. Ji ber di wê serdemê de li girtîgehan axaftina bi kurdî qedexe bû Îpekê tenê dikaribû bi tirkî bigota "Kamber Ateş tu çawa yî?". Îpekê bû sembola wê demê. 
 
Di darbeya leşkerî ya 1980'ê de Kamber Ateş li Girtîgeha Mamakê girtîbû. Wê demê axaftina bi kurdî qedexe bû. Loma bi lawê xwe re tenê bi hevoka "Kamber Ateş tu çawa yî?" axivîbû. 
 
Dayika Kamber ji Sêwasê hatibû girtîgehê û hatibû serdana lawê xwe. 3 gotinên ku pê hatibû jiberkirin dikaribû bigota. 
 
Di nava şerdên wê demê de axaftina wê demê wiha bû:
 
Îpek: Kamber Ateş tu çawa yî?
 
Kamber: Baş im dayê tu çawa yî? Bavê min memleket çawa ye?
 
Îpek: Kamber Ateş tu çawa yî?
 
Kamber:Dayê tenduristiya te û siheta te çawa ye? Rêwîtî çawa derbas bû?
 
Îpek: Kamber Ateş tu çawa yî?
 
Kamber: Birayê min cîran çawa ne?
 
Îpek: Kamber Ateş tu çawa yî?