'Em ê bi berxwedanê komployê têk bibin'

  • 09:09 11 Sibat 2022
  • Rojane
Qeder Kar - Bêrîvan Tunç
 
MEXMÛR - Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara, destnîşan kir ku Komploya ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemberî Gelê Kurd de pêk hatî dê bi berxwedanê têk bibin û got: "Em ê li dijî siyaseta sêgoşe ya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî Mexmûr Şengal û Rojava jî bi têkoşînê têk bibin."
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî ji dîl hat girtin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin. Pêvajoya ku ji 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kir heta 15'ê Sibata 1999'an dom kir. Komploya Navneteweyî bi girankirina tecridê re jî hat domandin. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medya dîjîtal ên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adara 2021'an de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû û hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. 
 
Serî li Neteweyên Yekbûyî dan 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 3'yê sibatê de ji bo muwekîlên xwe Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku pê re li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên girtin, serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dan û bang kirin ku bi awayekî lezgîn ji bo rewşa muwekîlê wan bikeve tevgerê. Parêzeran, di serlêdana xwe de bal kişandin ser rewşa muwekîlên xwe û destnîşan kirin ku ji 25'ê adara 2021'an ve agahî ji wan nagirin û serlêdanên xwe yên ku ji bo hevdîtinên dikin rêz kirin. 
 
Her wiha bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî re Arteşa Tirk êrişên xwe yên li hemberî Şengal, Mexmûr û Rojava jî didomîne. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Xantur Kara, têkildarê komploya 15’ê û êrişên ku di 1'ê sibatê de pêk hatî de nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman. 
 
'Bedelên giran hatin dayîn' 
 
Xantur, di destpêka axaftina xwe de li ser rewşa wargehê rawestiya û got: "Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, 27 sal in bi pêvajoyên cuda re derbas bûn. Gihaştina me ya vê astê bi berxwedan, welatparezî û bi saya Rêber Apo ye. Pêvajoya ku em ji terê derbas dibin bi êş e. Di 1'ê sibatê de li hemberî Şengal û Mexmûrê êrişeke hemwext pêk hat. Êrişê gelê welatparêz û azadîxwaz hat kirin. Ji xwe ev êriş bi serê xwe ji dîrokêve girêdayî ye. Her çend em bedelên giran bidin jî ê teqes bi ser kevin." 
 
'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' 
 
Xantur, da zanîn ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan gelek çalakiyên cuda tên meşandin û wiha bi lêv kir: "Ji bo azadiya Rêber Apo pêngava 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' hat destpêkirin. Bi dostên Gelê Kurd re li seranserê cîhanê ev kampanya belav bû. Lê divê bê zanîn ku êrişên Dewleta Tirk bi komploya navneteweyî re girêdayî ye. Her wiha komplo ne tenê di kesayetiya Rêber Apo de li hemberî Gelê Kurd û Kurdistaniyan pêk hatiye."
 
‘Siyaseteke sêgoşe tê meşandin' 
 
Xantur, wiha bal kişand ser êrişên li hemberî wargehê: "Wargeh ji 12 hezar kesan pêk tê û li ser xaka Îraqê niştecihbûne. Li Iraqê bi êrişên giran ên Dewleta Tirk û hevkarên wî re rûbirû dimîne. Di heman demê de hikûmeta herêmê piştî ev bûyer pêkhatî hevditinên wan yên li gel Dewleta Tirkiyê ne ji rêzê ne, ev hevdîtin diyar dikin ku hevkariya wan bi hev re heye û li ser axa Kurdistanê planan çêdikin. Îro em dibinin ku ew xeta îxanetê li hemberî Gelê Kurd, li hemberî nasnameya kurd pêk tê. Ev êrişên ku pêk tên siyaseteke sêgoşeyî ye. Mexmûr, Şengal û Rojava. Siyaseta sêgoşeyî di nabera hikûmetên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê ve ango 3 dewletan ve tê meşandin. 2 sal  zêdetir e ku ji aliyê PDK'ê li hemberî wargehê polîtîkayeke taybet tê meşandin. Ev polîtîka ji xwe ji dîrokê bigire heta roja îro berdewam kiriye." 
 
‘Bi çalakiyan em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin’
 
Endama Meclîsa Îştarê Xantur, behsa 24'emîn salvegera Komploya Navneteweyî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komploya ku di şexsê Rêber Apo de pêk hatî li hemberî Gelê Kurd pêk hatiye. Li dijî komployê divê Gelê Kurd bi çalakî û xebatên cuda azadiya Rêber Apo pêk bîne. Bi taybetî jî jinên kurd divê çalaktir tevlî hemu pêngavan bibe. Divê Gelê Kurd têkoşîna şerê şoreşgerî bilind bike ku azadîya fiziki ya Rêber Apo misoger bike û xweseriya Kurdistanê pêkbine. Em ê bi vî awayî bigihijin serkeftinê û azadiyê."