Gulşîlav a ku bêrê xeml û rengê jinê bû niha bêdeng û vala ye

  • 09:03 11 Sibat 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Navenda Jinê ya Gulşîlavê ku bêrîya qeyûm tayînî şaredariyê bê kirin xeml û rengê jinan bû piştî qeyûm û şûnde bêdeng û vala ye. Navê komeleyê nehatiye guhertin û nehatiye girtin lê jin lê yune ne.  
 
Tayînkirina  qeyûman a ji bo şaredariyên herêmê wekî yek ji rêbaza polîtîkayên şerê taybet hat bikaranîn. Di sala 2016'an de dema qeyûm tayînî şaredariyan kirin hemû saziyên ku xizmet didan civakê xebatên wan hatin rawestandin. Qeyûm di serî de êrîş bir ser destkeftiyên jinan û xebatên wan dan sekinandin. Di pêvajoya qeyûman de gelek saziyên jinan ên di bin banê şardariyan de hatin girtin. Netenê saziyên ku xizmet didan jinan saziyên xizmeta ziman û çanda kurdî dikirin jî hatin girtin û gelek kes ji kar hatin derxistin. Gelek avahiyên ku saziyên jinan bûn ji aliyê qeyûman  ve yan hatin firotin an jî bi destûra hikûmetê wekî muftutîtî û an jî di bin navê "Perwerdeya gel" de hatin firotin. Navên saziyên jinan hatin guhertin û êrîş li dijî jinan pêk hatin.
 
Yek ji wan saziyên ku an hatin girtin û an jî naveroka wan hat valakirin jî  Navenda Jinan a Gulşîlavê ya girêdayî Şardariya Nisêbîna Mêrdînê ye. Lê bele Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê ku şaredarî ji nû de hatin bidestxistin xebatên ji bo jinan ji nû de hatin destpêkirin. Hevşaredarên Nisêbînê piştî hatin peywirê, Navenda  Jinê Gulşîlav ji nû de aktîf kirin. Şaredariyê li navçeyê bi seferberiya ku ji bo perwerdeya Zimanê Kurdî da destpêkirin, li gel hemû astengiyan şaredarî ji ber xebatên xwe yên li ser çand û hunera kurdî ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.  Piştî qeyûm carak din hate tayinkirin ji nû ve dîsa gelek sazî û bi van saziyan re  Navenda Jinê Gulşîlavê jî hat girtin girtin û ew qad ji bo xebatkarên komeleyê  qedexe kir. Niha sazî ji bo çi tê bikaranîn nayê zanîn.
 
‘Qeyûm jin ji her qadê dûr xistin’
 
Sîdar Sari ku bêriya qeyûm li Navenda Jinê ya Gulşîlavê perwerdehiya komputurê û mûzikê didît, diyar kir ku qada ji bo saziyê hatibû cudakirin tene jin û zarokan dikaribû lê xebat bimeşanda. Sîdar, anî ziman ku qeyûm pêşxistina jinan naxwaze û got: “Bêriya qeyûm ev qad, ji zarokan bigire heta jinên 70 salî lê bûn û aîdê wan bû. Li  vê qadê kurs dihatin dayîn û perwerde ji jinan re dihat dayîn. Perwerdehiyên wekî wêne, muzîk, ziman, komputer û wêje ji bo jinan dihatin dayîn. Min li wir perwerdehiya muzîkê dît û me bi hev re kilam digotin.   Her wiha konser jî dihat dayîn.  Eleqeyek pir baş hebû û jinan li wê kêliyên xweş û rengîn derbas dikirin.”
 
‘Navê saziyê neguheriyê lê jin lê tune ne’
 
Sîdar, anî ziman ku piştî qeyûm êdî jin nikarin vê saiziyê bi kar bînin û wiha berdewam kir: “Niha ev sazî ji bo çi tê bikaranîn nayê zanîn. Li ber derî notirvan hene. Derdora wê jî wekî park tê bikaranînû kesên ku tên ji bo seyranê tên. Ev sazî ji bo pêşxistina jinan gelek baş bû. Me jinan wê  demê ji sibehê heta êvarê li ser mijarên cur bi cûr niqaş û  demên têr û tijî derbas dikirin.  Lê mixabin niha qeyûm dixwaze bi her awayî jinan li paş bihêle.  Jin ji gelek tiştan hatin dûrxistin. Navê saziyê niha eynî ye lê ji bo jinan tu tişt lê nîne.”