ROJEVA 11'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 11 Sibat 2022
  • Rojev
*‘Malbata we têk biçe’ gotina hevpar a femînîstan e. Ji sosyalîstan bigirin heta radîkalan, hemû tevgerên femînîst, behsa tunekirina saziya malbatî dikin. Ev xeteke girîng e. Lê esas a tevgera femînîst, ev e ku ji perspektîfa hilweşandina dewleta burjuva- faşîst dûr in. Bêguman yên pespektîfa hilweşandina dewletê diparêzin hene. Lê tahayula jiyana nû, ger ku di xeteke reformî de pêş nekeve, wê şîdeteke ku hilweşînê esas digire û formeke rêxistinî ya vê pêk tîne, ferz bike. NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara, destnîşan kir ku Komploya ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemberî Gelê Kurd de pêk hatî dê bi berxwedanê têk bibin û got: "Em ê li dijî siyaseta sêgoşe ya Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî Mexmûr Şengal û Rojava jî bi têkoşînê têk bibin." BI DÎMEN 
 
*Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket sala 24’an û ji 1998’an heta niha bi dehan kesî  li dijî komployê bûn xeleka ji agir û bi  çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ komplo vala derxistin. 
 
*Berdevka TJA'yê Gulîstan Sonuk têkildarî tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin wiha got: "Grava Îmraliyê weke pergala îşkenceyê hatiye avakirin. Ev jî bi destên hemû neteweyên yekbûyî û Ewropayê pêk tê. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Abdullah Ocalan li ser hemû gelê kurd weke rêbazek îşkenceyê tê meşandin." BI DÎMEN 
 
*Parêzer Rûşen Seydaoglu bal kişand ser polîtîka şerê taybet û şîdeta polîs û leşkeran a li herêmê û got dewlet bi awayekî plankirî leşker û polîsan tîne herêmê. BI DÎMEN 
 
* Li Wargeha Mexmûrê ji ber êrişên hewayî 2 jinên ducanî zarokên wan ji ber çû ya din jî bi riska windakirinê re rûbirû ye. Jinên wargehê bertek nîşanî bêdengiya li hemberî êrişên ku pêk hatî dan û gotin: "Bi êrişan dixwazin wargehê vala bikin, lê ev 27 sal in em li wargehê ligel her şert û mercan li ber xwe didin, em ê berdexwedana xwe jî bidomînin." BI DÎMEN