Li Şirnexê jinek hat girtin

  • 08:32 11 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Hezexê Meryem Malgaz a 65 salî hat girtin. 
 
Li Taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê polîsan di 2'yê şevê de avêtibû ser mala Meryem Malgaz a 65 salî û Hamdiye Kaşbaş û ew binçav kiribûn. Piştî binçavkirina Meryem û hamdiye hatibûn berdan, lê piştî dozger îtiraz kiribû her du kes cardin hatibûn binçavkirin. 
 
Bi biryara dozgeriyê polîs çûn mala her du jinan. Ji ber ku hamdiye ne li mal bû, polîsan Meryem tenê binçav kirin û bi biryara dozgeriyê ew birin girtîgehê.