MED-DER ji bo 21’ê Sibatê li hev civiya

  • 19:04 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - MED-DER, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bi mamosteyan re ji bo serdema nû cvinek li dar xist.
 
Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî, bi mamosteyan re ji bo serdema nû li hev civiyan. Civîn li Şaxa Egîtîmsenê ya Amedê jimara 2’yemîn de pêk hat. Gelek mamoste û hunermend beşdarî civînê bûn.
 
Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û di destpêka axaftina xwe de balê kişand li ser girîngiya zimanê û wiha axivî: “ Îro ji bo me rojekê kêfxweşî  û şahiyê ye. Bi sedan nirxên me ku di warê zimanê de têkoşînan dane û jiyana xwe jidest dane hêvî û armancên wan roj bi roj pêk  tên. Ji bo gelê kurd mamostetiya kurdî pîroz û kêfxweşîyek e. Armanca civîna me ya ku îro me lidarxist dixwazin bi niqaş û fikrên mamosteyên me plansaziya 21’ê Sibatê derbixin. Wê ji bo 21’ê Sibatê civînên me berdewam bikin. Em ê di çarçoveya 21’ê Sibatê de cûrbecûr bermame û çalakî li dar bixin.”
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.