'Nobeda Edaletê' di roja 62'yan de ye: Em serî natewînin

  • 15:42 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - "Nobeda Edaletê" ya Wanê di roja 62'yan de ye. Seroka Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê ya Serhatê Gulşen Kurt a serdana piştevaniyê ji bo nobedê kir wiha got:"Dema mijar bibe kurd edalet tune ye."
 
"Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan tên şewitandin dabû destpêkirin di roja 62'yan de didome. Hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de tê girtin Dilşah Alkan, hevjîna Emin Şeker ê di Girtîgeha Wanê de tê girtin Kanîye Şeker û dayika Malik Demiragaç ê di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de Emine Demiragaç û bavê Hakan Bilekçiyê ku li Girtîgeha Wanê tê girtin Cevdet Bilekçi nobeta vê carê girtin. 
 
Rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Koçberiyê çûn serdana çalakiya "Nobeda Edaletê".
 
Gulşen Kurd a di serdanê de axivî diyar kir ku ew ê her dem li gel dayikan bin û got ev îşkence bi salan e didome û gelê kurd bi salan e bi vê îşkenceyê rû bi rû dimîne. Gulşenê da zanîn dema mesele dibe kurd edalet tune dibe û got ew ê serî netewînin.