TUAY-DER: Em ê derî bi derî li edaletê bigerin

  • 15:04 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - TUAY-DER’ê bi armanca girtiyên nexweş û girtiyên infaza wan tên şewitandin li ber deriyê dadgeha Amedê daxuyanî dan. Malbatên girtiyên ku bi heman armancê di “Nobeda Edaletê” de ne jî gotin em ê derî bi derî li edaletê bigerin.
 
Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê têkildarî girtiyên siyasî yên nexweş û girtiyên infaza wan têne şewitandin û nayên berdan li ber deriyê dadgeha Amedê daxuyaniya çapemeniyê dan. Malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê di nobedê de ne, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan û edamên TUAY-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘Em ê nobeda xwe bidin dewamkirin’
 
Încî Guler a nasê girtiyê nexweş di serî de axivî û got: “Em li dijî bêedaletiyê îro di nobedê de ne. Di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û heya em digihêjin malê dibe ku bimirin jî. Em ji bo daxwaza xwe ya berdana girtiyên nexweş heyanî Enqerê çûn. Di hevdîtinên me kirine de soz dan me û em pirsa wê sozê dikin. Em pêkanîna qanûnan dixwazin. Di girtîgehan de jî ferq û cûdahî tê kirin. Ji be ewlehiyê girtiyên din hatin berdan lê yên siyasî rûxmê giraniya rewşa xwe jî nehatin berdan.” Încî herî dawî jî got heya daxwazên me werin cih em ê li kolanan bin û derî bi derî li mafê xwe bipirsin.
 
‘Bila guh bidin me dayikan’
 
Reşahad Ada jî got ev 3 meh in em di Nobeda  Edaletê de ne û wiha pê de çû: “Em naxwazin êdî cenaze ji girtîgehan derbikeve. Bila şert û mercên girtîgehan werin sererastkirin û bila tedawiya nexweşan pêk were. Divê êdî înfazên wan neyê şewitandin.”  
 
Nura Abay a herî dawî axivî jî wiha got: “Em aştiyê û wekheviyê dixwazin. Em êdî destê xwe bidin hev, guhê xwe bidin me dayikan.”