Malbatên girtiyan: Em ê nehêlin zarokên me terkî mirinê bên kirin

  • 15:00 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Malbatên girtiyan bi dirûşma "Em ê destûrê nedin mirinan" li ber Edliyeya Stenbolê bang kirin û Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re bi gotina "Êdî bes e, heta zarokên me di girtîgehan de bin em ê her li ser piyan bin. Em ê nehêlin zarokên me terkî mirinê bên kirin" peyama berdewamkirina Nobeda Edaletê da. 
 
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) bi dirûşma "Ji bo girtiyên nexweş azadî","Em ê destûrê nedin mirinanan" li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Yenîbosnayê dest bi çalakiyê kiribûn. Ev çalakî niha li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê tê kirin. 
 
Gelek malbatên girtiyan, sazî û dezge beşdarî çalakiyê bûn û dowîzên "Ji bo girtiyên nexweş azadî","Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn","Ji girtiyên polîtîk re azadî","Bila zindan bên hilweşandin girtî azad bimînin" hatin hilgirtin. 
 
Di destpêkê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy axivî û diyar kir ku girtîgeh birîna vî welatî ya xwîn dibe ye û got em di nava pêvajoyeke wiha de ne ku mafê jiyanê ji holê hatiye rakirin, divê hemû girtî bên berdan. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu jî da zanîn ku li welatekî ger girtiyên siyasî di girtîgehan de bin em nikarin bêjin li wî welatî azadî heye û got li welatekî mecbûr tê hiştin dayik li girtîgehan zarakên xwe bînin dinê ewlehî tune ye. 
 
Piştre endama TDÎ'yê Yagmur Kavak, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Yagmurê da zanîn ku bi hinceta pandemiyê têkiliya girtiyan a li derve hatiye qutkirin û got girtiyan ne rûyê bijîşkan ne jî rûyê nexweşxaneyê dîtin. Her wiha Yagmurê bi lêv kir ku ew ê nehêlin girtî terkî mirinê bên kirin û got ew li bang her kesî dikin ku bibin dengê girtiyan.