Ji DÎB’ê Platforma Demokrasiyê

  • 13:59 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li dijî qeyrana aborî û zeman, Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê li Beşîktaşa Stenbolê Platforma Demokrasiyê danî. 
 
Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) li dijî kelûpelên pêdiviya rojane ku tên bihakirin li ber Peykerê Teyr ê li navçeya Beşîktaşa Stenbolê, Platforma Demokrasiyê danî. Endamên DÎB’ê, jinên kedkar ên malan û gelek welatî beşdarî Platforma Demokrasiyê bûn û pankarta “Em ê li hember newekheviyê û kedxwariyê bêdeng nemînin” daliqandin. 
 
Hevberdevka DÎB’ê Ayşegul Devecîoglu diyar kir ku ew ê her pêncşema duyemîn a mehê li dijî zemkirina ceyran, gaza xwezayî û zexîreyan Platforma Demokrasiyê deynin. Devecîoglu da zanîn ku êdî mirov nikarin debara xwe bikin û heke ev rewş berdewam bike wê mirov nikaribin nan bibin mala xwe. 
  
Welatiyên beşdarî Platformê bûn axivîn û behsa zehmetiyên ku dikişînin kirin. Welatiyan destnîşan kir ku ew êdî nikarin debara xwe bikin û xwestin zemên hatine kirin tavilê paş de werin girtin. 
 
Piştî axaftinên welatiyan Ayşgegul Devecîoglu û endamê DÎB’ê Mert Buyukkarabacak metna hevpar a daxuyaniyê xwendin.