Jinên TJA û HDP'ê bi rojeva 8'ê Adarê hatin gel hevdu

  • 13:47 10 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya plansaziya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dest bi xebatên xwe kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di çarçoveya çalakiyên dê li navçe û bajaran bên lidarxistin de xebatên xwe dan destpêkirin. Di hevdîtina taştê ya li avahiya HDP'ê ya Wanê hat dayin de gelek jin hatin ba hevdu.
 
'Dixwazin sîstemeke bê jin ava bikin'
 
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku tevî tundiya zêde bûye di demên dawiyê de bi kuştina jinan, destdirêjiya li zarokan zihniyeta baviksalarî dixwaze jinê ji qadên jiyanê dûr bixe lê belê dê jin bi piştevaniyê bersiva herî mezin li kuçeyan bidin. 
 
Bi dirûşman govend hat gerandin 
 
Jinan herî dawî diyar kirin ku dê heta 8'ê Adarê bi çalakiyên cur be cur bên gel hevdu û têkoşîna xwe mezin bikin û di demên pêş de dê startên xebatan bên dayin. Herî dawî jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" govend gerandin. 
 
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.