Ji bo Abdullah Ocalan serlêdana 'çalakiya lezgîn' hat kirin

  • 10:39 10 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL- Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ev 11 meh in agahî jê nayê girtin û 23 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye serî li Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî kir û banga "Çalakiya lezgîn" kir. 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û heta niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F a Îmraliyê tê girtin ev 11 meh in xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê yên malbat û parêzeran ên ji 1999'an heta 2016'an bi hincetên "muxalefeta hewayê","keştî xirabe ye","koster xirabe ye" hat redkirin. Ji vê dîrokê heta 2019'an jî serlêdan hatin kirin lê belê ev jî her tim hatin redkirin. 
 
Serlêdana 'Çalakiya lezgîn'
 
Ji ber serlêdan bi erênî bi encam nebûn loma jî parêzer di 3'yê Sibatê de ketin nava hewildaneke nû. Parêzeran serlêdana "Çalakiya lezgîn" li Raportora Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kirin. Parêzeran di serlêdanê de bal kişandin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim û Veysi Aktaş. Parêzeran di serlêdanê de diyar kirin ku ew ji 25'ê Adarê ve ye xeberê ji muwekîlê xwe nagirin. 
 
Divê di nava 60 rojî de bersiv bê dayin
 
Tê payin bi serlêdana Buroya Hiqûqa Asrinê Raportora Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî têkeve nava tevgerê lêkolînê bike û nameya serlêdana lezgîn ji Wezareta Karê Derve re bişîne. Dema name bê şandin tê payin di nava 60 rojî de bersiva vê bê dayin. Divê raportor biryara wezaretê bi kesên ku serlêdan kirine parve bike.