Birsen Kars dê li Goristana Gaziyê bê oxirkirin

  • 10:26 10 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Cenazeyê Birsen Kars a ji Komkujiya 19'ê Kanûnê rizgar bû û li Elmanyayê tedawiya pençeşerê didît di bin dorpêça polîsan de anîn Cemevi ya Gaziyê. Birsenê dê li Goristana Gaziyê bê oxirkirin.
 
Birsen Kars ji operasyona di 19-22'yê Kanûna 2000'î de ya li dijî girtîgehan a hukumetê wekî "Operasyona Vegera li Jiyanê" pênase kiribû saxî xelas bûbû. Birsenê ya li  Elmanyayê tedawiya pençeşerê didît jiyana xwe ji dest da. Komeleya Hiqûqnasên Nûjen, Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kirin ku cenazeyê Birsenê yê do gihaştibû Stenbolê û cenaze birine Saziya Tipa Edlî (ATK).
 
Cenaze teslîmî parêzerên malbatê hat kirin
 
Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kir ku do bi şev saet di 01.00'an de cenaze teslîmî parêzer Seda Şaraldi ya ÇHD'yî ya malbatê hatiye kirin. Buroya Hiqûqê ya Gel diyar kir ku xizmên Birsenê dema xwestine derbasî Cemevî bibin lêgerîn li ser wan hatiye ferzkirin û dema girseyê bertek nîşan daye 20 kes hatine binçavkirin. Yên hatine binçavkirin birina Navenda Polisan a Gaziyê û niha aqubeta wan ne diyar e. 
 
Dê li Goristana Gaziyê bê oxirkirin
 
Parêzer Seda Şaraldi ya ÇHD'yî da zanîn dê Bîrsenê i Goristana Gaziyê bê oxirkirin.