Xizmên girtiyan: Em ê bibin dengê girtiyan

  • 09:02 10 Sibat 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Xizmên girtiyan ji bo rewşa girtiyan banga hestiyariyê kirin û destnîşan kirin ku divê her kes bibe dengê girtiyan û tecrîda li ser wan qebûl neke.
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin. Girtiyên siyasî li girtîgehan di bin şet û mercên xirab de têkoşîna jiyanê didin. Girtî di aliyê tendirustî, tedawîkirin, ewlehî û paqijiyê de pirsgirêkan dijîn û ruxmê nerazîbûnan jî ev pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Tevî van şert û mercên giran di nav mehekê de 8 girtiyan jiyana xwe jidest dan. Malbatên gritiyan ji bo rewşa girtiyan banga hestiyariyê dikin û dixwazin girtî sserbest bên berdan.
 
‘Hemû mafên wan tên binpêkirin’
 
Yek ji wan girtiyên ku di bin şert û mercên xirab de tê girtin jî Delîl Ûfak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bandirmaya Balikesîrê dimîne ye. Dayika, Delîl Semîre Ufak diyar kir ku îşkenceya li girtîyan her diç zêdetir dike û wiha axivî: “Delîl 7 sal in girtî ye. Gava hate girtin di destpêkê de ew birin girtîgeha Rihayê. Ji wê jî sirgûnî Girtîgeha Osmaniyê kirin û niha jî li girtîgeha Bandirmayê dimîne. Her diçe îşkence û tecrîda li ser girtiyan zêdetir dibe. Cihê wan ne xweş e. Lawê min gava bi telefonê li me digere li ser şert û mercên girtîgehê nerazîbûnên xwe tîne ziman.  alavên ku pêdiviya wan pê heye tên desteserkirin. Cihê wan sar e û gelek girtiyên nexweş hene. Hertim bi ser qawişên wan de tê girtin. Ne radyo ne rojname ne jî name ji wan re tên dayîn. Hemû mafên wan tên binpêkirin. Girtî di bin tecrîdek pir giran de ne. Têkiliya girtiyan bi derve re qut kirine.”
 
‘Ji bo hevdîtinê em du rojan bi rê de diçin' 
 
Semîre destnîşan kir ku girtiyên nexweş nikarin pêdiviyên xwe bînin cih û girtiyên ku cezayê wan qedîyaye jî serbest nayên berdan. Semîre, got: “Girtîgeha lawê min lê dimîne ji me pir dûr e. Em ji bo hevdîtinê gelek zehmetî dikşînin. Derfetên me yên ku em ewqas rê binin jî tune ne. Hevjînê min 3 sal e nikare biçe hevdîtinê. Min jî herî dawî par lawê xwe dît. Ji bo ku wî bişînin cihekî nêz me gelek daxwazname dan saziyên têkildar. Lê daxwaznameyên me bêbersîv dimînin. Em du rojan bi rê de diçin. Bila girtiyan berdin. Bila hemû girtiyên nexweşên giran serbest berdin. Girtiyên nexweş êdî nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bînin. Di qawîşa Delîl de 6 hevalên wî yên nexweş ên giran hene.”
 
‘Em ê bibin dengê girtiyan’
 
Semîre di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ev çend meh in qaşo hevdîtina vekirî serbest kirine lê dîsa jî nahêlin ku em destên xwe bi hev bikin. Daxwaziya min ji bo hemû malbatan  ew e ku bila li girtiyên xwe xwedî derên. Girtî di destê wan de ne û divê li gel van zext û zoriyan wicandê me qebûl neke ku em wan tenê bihêlin.  Divê em bibin dengê girtiyan. Bila hemû malbat ligel zarokên xwe bin.”
 
‘Du car krîza dil derbas kiriye’
 
Yek ji girtiyên nexweş jî Medya Aslan a 4 sal in li Girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dimîne ye. Xaltika Medya, Feleknas Aslan li ser rewşa wê axivî û destnîşan kir ku ew ji rewşa tendirustiya Medya gelek bi fikar in. Feleknas, wiha axivî: “Wexta ku Medya hate girtin li Wanê bû. Niha li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê girtî ye. Medya jî yek ji girtiyên nexweş e. Du car krîza dil derbas kir. Nexweşiya wê ya bêhnçikandinê û bronşîta wê heye. Dermanên wê nayên dayîn û nayê tedawî kirin. Em ji rewşa tenduristiya wê gelek bi fikar in. Ne tenê ew, bi hezaran girtiyên mîna wê hene. Li ser wan tecrîdek mezin heye. Her wiha bi cûrbecûr hincetan cezayê dîsîplînê didin wan. Bêriya koronayê em çûn hevdîtina wê û  me carek ew dît. Li qawişa wê jî gelek hevalên wê yên di heman rewşê de hene. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Em dixwazin hemû girtî bên berdan.”