ROJEVA 10'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 10 Sibat 2022
  • Rojev
*Jinên Amedê têkildarî êrişên li ser kurdan ên li Mexmûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê pêk tên axivîn û gotin: "Li Tirkiyeyê wekhevî tune ye. Tehemula wan ji nîjad û olên din re tune ye. Li Şengalê Teyrê Tawis serî netewand û ji êrişan re bû bersiv." DÎMEN HEYE
 
* Xizmên girtiyan ji bo rewşa girtiyan banga hestiyariyê kirin û destnîşan kirin ku divê her kes bibe dengê girtiyan û tecrîda li ser wan qebûl neke. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Tuba Torun der barê şîdeta ku desthilatdarî û daraz nabîne de axivî û got: “Desthilatdarî pêşîgirtina şîdetê ji xwe re nake derd.  Jinan ji qada cemawerî dur dixe û dixwaze pergalek serdest ya mêr bimeşîne.” DÎMEN HEYE
 
*Nûnera TÎHV'ê ya Wanê Sevîm Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku bi niyeta siyasî ji mirovan tolê digirin. DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Pakrewanan ên Efrînî ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re mane, derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatiye kirin ev tişt anîn ziman: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo jinê rastiya xwe nas kir. Bi armanca tunekirina gelê kurd û Kurdistanê, komplo li ser Rêber Apo meşandin. Hêrs û tekoşîna me mezin e, em ê li pey Rêberê xwe bin." DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê bi navê Bekîr Kaydu yê 13 sal in girtiye, Fatma Sadunoglu da zanîn ku 4 sal înfaza kurê wê hatiye şewitandin û daxwaz kir ku kurê wê bê berdan. DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha bal kişand ser pêvajoya 9'ê Cotmehê û 15'ê Sibatê: "Ji bilî hegemona cîhanê DYE, tu hêzê nikarîbû ev operasyona ji çar mehan di vê pêvajoyê de bikira. Ev pêvajo pêvajoyek wisa bû ku operasyona herî girîng a dîroka NATO'yê hate kirin. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim."