Ji jinan banga boykotkirina Mîgrosê

  • 16:24 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Tora Parastina Jinê ji bo piştevaniya bi karkerên Mîgrosê re banga boykotkirina tiştên Mîgrosê kirin û gotin: "Divê em poşetek be jî ji Mîgrasê nestînîn." 
 
Karkerên Mîgrosê ku endamên Sendîkaya Karkerên Depo, Bendergeh, Bareng û Behrê (DGD-Sen) li hemberî zema ji sedî 8’ê, li navçeya Esenyurt a Stenbolê çalakî li dar xist û ji depoyê derneketin. Çalakiya karkeran berdewam e. Duh, polîsan êrişî karkeran kir û 2 jê nûnerên sendîqayê bi giştî 150 karker binçav kirin. Karker û nûnerên sendîqayê di saetên êvarê de hatin berdan. 
 
'Ji Mîgrosê hesab bipirsin'
 
Karkeran çalakiya xwe ya li depoyê berdewam kir û têkildarî mijarê DGD-Sen’ê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Banga me ji karkerên Mîgrosê ew e ku dest bi boykotê bikin. Em, banga xwe ya ji bo raya giştî dîsa dubare dikin. Dengê me belav bikin. Me heqê nanekî xwest û daxwaza me ew bû ku serê saetekî 4 lîre zem bê kirin. Ji ber vê daxwaza me jî Mîgros hewl dide me ji kar derxîne. Ji Mîgrosê hesab bipirsin!” 
 
'Qeyran hebe serhildan jî heye'
 
Piştevaniya ji bo karkerên Mîgrosê didomin. Tora Parastina Jinê, ji bo piştgiriyê li Kadikoya Stenbolê civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de dowîzên wekî “Qeyran hebe serhildan jî heye" û "Lêxe lêxe bihejîne û bila Mîgros guhdar bike" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên wekî “Karkerên Mîgrosê ne bi tenê ne", "Bijî piştevaniya femînistan" û "Lêxe lêxe bihejîne, bila Mîgros guhdar bike" berz kirin. Daxuyanî ji hêla Gokçe Korkmaz ve hat xwendin.
 
'Em ji Mîgrosê re dibêjin lê AKP tu fêm bike'
 
Gokçe, destnîşan kir ku 9 roj in greva karkerên Mîgrosê didome û got: "Ji sedî 8 zem ji bo karkeran hatiye kirin. Karker li dijî vê yekê derketin. Li hemberî grevê karker ji kar hatin derxistin. Bi TOMA'yan êrişê karkeran dikin. Ji 2'yê sibatê heta îro 150 karker hatin binçavkirin. Em ji Mîgrosê re dibêjin lê belê AKP tu fêm bike."
 
'Karkerên Mîgrosê li dijî bêadeletiyê têdikoşin' 
 
Gokçe wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berxwedêrên Mîgrosê li hemberî bêadeletiyê têdikoşe. Divê êdî pêve poşetek be jî neyê kirin. Em bang li raya giştî dikin ku bila bibin dengê karkeran. Hûn bi tiştên ku ji me didizin qezenç dikin û sedema xizaniya me hûn in. Li çar aliyên welat karker di grevê de ne û bi hezaran jin jî li dijî pergala kedxwariyê li kolanan di nav çalakiyan de ne."
 
Daxuyaniya jinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.