Meşa Dirêj a li Fransayê îro di roja çaran de ye

  • 16:20 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê, Meşa Dirêj ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dewam dike. Îro roja çaran a meşê ye.
 
'Meşa Azadiyê' bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TÊKO-JIN, li bajarê Sierentzê yê Fransayê dest pê kir. 
Çalakgeran ji bo tevlî meşa navendî ya salvegera komploya navneteweyî bibin, berê xwe dan Strasbourgê. Roja çaran a meşê li Bergheimê dest pê kir.
 
Di nava sê rojên derbasbûyî de car carna faşîstan êriş kirin, carna jî polîsan astengî danîn pêşiya meşvanan. Polîsan hewl dan ku meşa dirêj bidin betalkirin. Meş bi beşdariya ciwanên ji gelek welatên Ewropayê pêk tê. Di meşa ku bi sedan kes tevlî bûne, alên PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan têne hilgirtin.
 
Çalakger di meşê de her wiha belavokên li ser daxwaza azadiya Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan dixin qutiyên postayê yên li herêmê. Meşvan wê îro xwe bigihînin bajarê Selestatê.