Ji 'Noboda Edaletê' bang: Girtiyên nexweş tehliye bikin

  • 16:15 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Fevziye Kolakan a ku emeliyata dil bû, bi dîmen tevli "Nobeda Edaletê" bû, Hasîne Guler jî wê sibe bê emeliyatkirin. Herdu xizmên girtiyan jî gotin, "Em dixwazin berî mirinê xizmên xwe bibînin."
 
"Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên ku înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan li Baroya Amedê di roja 86'an de berdewam dike. Îro ji xizmên girtiyan Reşayet Ada, Hazal Yildirim, Hasîne Gule, Încî Guler tevli nobedê bûn, Fevziye Kolakan jî ji ber ku wê sibe pîlê di dilê wê de bê guhertin û emeliyat bibe, ji mala xwe bi dîmen tevli nobedê bû. Herwiha hat diyarkirin ku Hesîne Guler jî wê sibe ji çavên xwe emeliyat bibe.
 
Fevziya ya ku ji ber wê sibe emeliyat bibe li malê bi rêya dîmen tevli çalakiyê bû , got, "Ji ber ku hevalên me yên mayî nobedê berdewam dikin ez spasiya wan dikim.  Berî tiştek bê serê me em dixwazin xizmên xwe yên girtî li gel xwe bibînin."
 
'Berî mirinê em dixwazin zarokên xwe bibînin'
 
Hasîne Guler jî  got ku nêzî 3 mehan e di nobeda edaletê de ne û got, "Em ji bo wekhevî û edaletê li vir in. 9 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest da .Ji girî ew maye ku çavên min kor binin û ez ê sibe ji çavên xwe emeliyat bibim. Girtî her roj tên qetilkriin. Ji ber hesreta wan gelek nexweşî li min peyda bûn .Hevjînê min jî li Îskenderûnê girtiye û ew jî di lîsteya  girtiyên nexweş de ye.  Em dixwazin girtî demildest bên berdan. Em bang li Ser Koar û Wezîrê Edaletê dikin; Yan gitiyên me tedawî bikin û an jî wan serbest berdin. Ji ber ku zarokên me tên qetilkirin ez her roj nexweş dikevim. Gelo em ê kurd her wiha êşê bikişînin. Fevziye Kolakan ji dilê xwe emeliyat bû. Fevziye dibêje dayê 'Dayê dixwazim berî mirinê zarokên xwe bibînim'. Em dayik bêyî zarokên xwe naxwazin bimirin. Dibe ku sibe ji emeliyatê dernekevim jî."