'Tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye'

  • 16:13 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Hevseroka HDP'ê ya Ebaxê Gonul Uzunay, di "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin de axivî. Gonulê da zanîn ku polîtîkayên zextê û tecrîda li girtîgehan parçeyekî ji komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan e. 
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û yên nexweş li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 61'emîn de didome. Nobeda îro hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de Dilşah Alkan, bavê Botan Timur ê ev 6 sal in di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê de tê girtin Kazim Timur û dayika Malik Demiragaç ê di heman girtîgehê de ev 6 sal in tê girtin Emine Demiragaç girt. 
 
'Divê gel piştgiriyê bide'
 
Rêxistina HDP'ê ya Ebaxê çû serdana nobedê. Hevseroka HDP'ê ya Ebaxê Gonul Uzunay di serdana "Nobeda Edaletê" de axivî. Gonulê da zanîn ku nobeda dayikan dane destpêkirin lêgerîna hiqûq û edaletê ye û got divê gel piştgiriyê bide.
 
'Em ê serî netewînin'
 
Gonulê bi lêv kir ku ji cihên îktidar herî zêde êrişê lê dike yek jê girtîgeh in û got çimkî ew dizanin ku dema girtîgehan teslîm bigirin dê hemû civakê teslîm bigirin. Gonulê anî ziman ku ew soz didin gel ku ew ê heta dawiyê parçeyekî ji vê têkoşînê bin û got ew komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. 
 
Malbatê jî ji kesên çûn serdana wan spas kirin.