Malbatên girtiyan dê li Çaglayanê kom bibin

  • 16:10 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Malbatên girtiyan û Înîsiyatîfa Piştevaniyê ya bi Girtiyan re dê sibê saet 13.00’an de li Edliya Stenbolê a Çaglayanê bi dirûşma "Ji girtiyan re azadî" kom bibin.
 
Malbatên girtiyan û Înîsiyatîfa Piştevaniyê bi Girtiyan re (TDÎ), bi dirûşma "Ji girtiyan re azadî" li ber Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê kom dibûn. Sibê şûnde dê çalakiya xwe bi heman dirûşmê dê li ber Edliya Stenbolê ya Çaglayanê li dar bixin. 
 
Çalakiya li ber Saziya Tiba Edlî pêk hatî du caran bi êrişa polîsan re rûbirû ma, ji ber ve jî malbatan biryarek wisa dan û banga tevlîbûna çalakiya ku dê sibê di saet 13.00'an de bê lidarxistin, kir.