Li Mexmûrê Viyan Soran hat bîranîn

  • 13:07 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo Viyan Soran bernameyeke bîranînê hat lidarxistin û di bernameyê de wiha hat gotin:"Bi rihê Viyan Soran em ê tevlî hemû çalakiyan bibin, erk û berpirsyariyên xwe ya li hemberi rêbertî û şehîdan pêk binin."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Viyan Soran bi nasnav Leyla Caf li saziya Malbatên Şehîdan bernameyeke bîr anîne hat lidarxistin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bernameyê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Xantur Kara axivî. 
 
Xantur, di destpêka axaftina xwe de Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Gelê Kurd di pêvajoyên cur bi cur ne derbaz dibin. Ji dîrokê heya roja me ya îro gelek berxwedanan re derbaz bûn. 
 
Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêşengên wek şehid Viyan wek şehid Mehmet derketine holê. Di heman demê de me weke Komîteya Malbatên Şehîdan xwest em di 2’yê sibatê de şehîd Viyan bi bîrbînin, lê belê ji ber êrişa Dewleta Tirkiyê yê li ser Mexmûr, Şengal û Rojava çêbûn me bernameya xwe betalkir. 
 
Îro amadebûna me ya li vê derê diyardike ku çi êriş çêdibin bila bibin em ê xwedî li şehidên xwe û rêbertiya xwe derkevin. Viyan Soran ku di 2’yê Sibatê de çalakiya fedayî pêk anî û taybetî weke bersivdayina li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bû. Wek Viyan ji gotî ez bê serokatî nikarim bijîm û ev da diyarkirin ku bê rêbertî nekarî bijî.
 
Viyan ne dihêla fizîkî be, di hêla ruhû û fikrî de her tim di nava me de dê bijî. Em ji wek gelê Mexmûrê bejin bê rêbertî jiyan nabe bi rihê berxwedanê û fikrê rêbertiyê êm e komployê têkbibin. Bi rihê Viyan Soran em ê tevlî hemû çalakiyan bibin, erk û berpirsyariyên xwe ya li hemberi rêbertî û şehîdan pêk binin."
 
Bernameya bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.