Emîne Şenyaşar: Bibin şahidê zilma em dijîn

  • 12:51 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" didomîne bang li jinan kir û got:"Bila jinên parlamenter, jin werin vê zilmê bibînin. Ev salek e ez li ber edliyeya Rihayê me. Ez êdî vê zilmê nikarim ragirim."
 
Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişê malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku di êrişê de hevjîn û 2 kurên xwe winda kir û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li dijî vê zilma li wan hat kirin bi daxwaza edaletê di 9'ê adara 2021'ê de li ber Ediyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeta di roja 338'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku duh ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê pêşiya edliyeyê îro bi sûtûmala ku Dayikên Şemiyê jê re çêkiribûn hat pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobetê kir. 
 
Banga Emîna Şenyaşar 
 
Emîne Şenyaşar, diyar kir ku Nobeda Edaletê di bin "zilmê" de berdewam dike û ev bang kir: "Di serî de hemû parlamenterên jin bila jin bên pêşiya Edliyeya Rihayê û zilma pêk tê bibînin. Kesên ku zarokên min kuştine ji xwe re li derve digerin. Saleke li pêşiya Edliyeya Rihayê me. Bila kurê min bê berdan, êdî bes e. Em jî dixwazin biçin malê. Ez li vir li benda kurê xwe me. Berî ku bimirim dixwazim wî bibînin. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Gelo Erdogan nizane ku sûcê zarokên min nîne? Zarokên Emîne û Erdogan hene. Agahî ji êşa ku salek e ez dikişînim tune ye? Herkes dizane ku zarokên min bêguneh hatin kuştin. 4 demsal e ez li vir im. Êdî nikarim vê zilmê hilbigirim. Ev dewleteke çawa ye? Ev edaleteke çawa ye?"