Ayşe Gokkan û sê jinên din bi koronayê ketin

  • 12:24 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Li Girtîgeha Jinan a AMedê 4 jinên girtî bi koronayê ketin.
 
Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, aktîvîsta TJA'yê  Zelal Bîlgîn, Jiyan Arikboga û Feyza Aksoy (60) ên li Girtîgeha Jinan a Amedê bi koronayê ketin. 
 
Hat diyarkirin ku gardiyanan ji kesên çûne girtîgehê hevdîtinê re gotine,"Me agahî nedaye malbatên jinên bi koronayê ketine, hûn agahiyê bidin wan."
 
Herwiha hat îdakirin ku gardiyan zêde nêzî girtiyan dibin, devrûk û lepikan nadin girtiyaê  û ji ber navbera divê bê parstin nayê parstin kesên bi koronyê dikevin hejmara wan zêde dibe. Herwiha hat diyarkirin gardiyanên bi koronayê ne jî li ser peywirê û di nav girtiyan de ne.