Ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş Platforma Azadiyê hat avakirin

  • 12:19 9 Sibat 2022
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Platforma Azadiyê ya ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş a avakirina xwe îlan kir da zanîn ku ji bo mirinên li girtîgehan bên rawestandin wê rêxistinbûyina xwe berfireh bike. 
 
Platforma Azadiyê ya ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş ji bo avakirina xwe îlan bike û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan banga têkoşînê bike li duyemîn şaxa Sendîkaya Kedkaran a Zanist û Perwerdeyê (EGÎTÎM-SEN) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Metna çapemeniyê li ser navê platformê Meltem Işik xwend.
 
'Em bang li hemû kesên aliyê mafên mirovan digirin dikin'
 
Meltemê da zanîn ku binpêkirina mafên li girtîgehan di wijdanê civakê de birînên kûr vedike û wiha got:"Ji bo Aysel Tugluk ev demek e kampanya tên lidarxistin. Ji bo lezgînî û girîngiya tehliyeyê bang li îktidarê tê kirin. Lê belê her ku bêdengî zêde dibe dema Ayselê jî kêm dibe. Em çiqasî dengê xwe zêde derxin şansa me ya gihaştina paş dîwaran wê zêdetir bibe. Pêdiviya me heye ku em hem ji bo Aysel Tugluk hem jî ji bo hemû girtiyan dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû kesên aliyê mafên mirovan digirin dikin."