‘Ne komploya navneteweyî ne jî tecrîd tê qebûlkirin’

  • 09:01 9 Sibat 2022
  • Rojane
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Jinên ku komploya navneteweyî şermezar kirin destnîşan kirin ku tecrîd berdewamiya komployê ye û wiha gotin: “Divê li hemberî tecrîdê bêdeng neyê mayîn. Tevî van ewqas êrîş, zext û zordestiyê pêwistî bi yekitiyê heye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di 15'ê Sibata 1999'an de bi Komploya Navneteweyî hat girtin û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin. Piştî ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihkirin, girav bi temamî weke herêma ewlekariya taybet hat îlankirin û tedbîrên awarte yên leşkerî hatin girtin. Li hemberî Ocalan polîtîkayeke girankirî ya îzolasyonê ket dewrê. Her wiha li hember tecrîda ku rojane li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, hemû sazî û dezgeyên mafên mirovan, bêdengiya xwe diparêzin.
 
Derbarê Komploya Navneteweyî û tecrîda ku 23 sal in li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê domandin de jinên ku şahîdî ji pêvajoya 15'ê Sibatê re kirin û ji bo komploya navneteweyî ketine greva birçîbûnê nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
‘Me ev komplo tu carî qebûl nekir û em şermezar dikin’
 
Cemîle Akbay a li Qosera Mêrdînê  diyar kir ku di sala 1998’an de ku Abdullah Ocalan hate girtin li herêmê bertekên mezin hatin nîşandan û ligel wan bertek û têkoşînê jî zext û zordestî zêde bûn. Cemîle, wiha behsa wê pêvajoyê kir: “Wê rojê ez li nav zeviyê dixebitîm. Dema ku êvarê hatim malê min ji hevjînê xwe bihîst Abdullah Ocalan hatiye girtin. Em bi vê xeberê gelek êşiyan û li herêmê li dijî komployê cûrbecûr çalaki hatin lidarxistin.  Gava ku Abdullah Ocalan bi komployê hate girtin, em li Qoserê gelek dayik ketin grevê. Me li navenda Qoserê konê çalakiyê vekir. Ji sibehê heta êvarê em li wir di nobetê de bûn. Her wiha me dest bi greva birçîbûnê kir. 3 rojan hem li Qoserê hem jî li Mêrdînê em di grevê de man. Aniha jî ew grev li hin cihan de tê berdewamkirin. Me ev komplo tu carî qebûl nekir û em şermezar dikin.”
 
‘Zexta dewletê hertim hebû û îro jî heye’
 
Cemîle, destnîşan kir ku tevî ewqas êrîş û zextan wan dest ji nobeta xwe bernedane û wiha axivî: “Bêguman di wexta greve de jî zexta dewletê hebû. Dora me dorpêç dikirin. Nedihiştin ku em biaxivin. Heke em biaxiviyana gaza îsotê li me dikirin. Lê dîsa jî tevî van êrîş û zextan me dev ji nobedê bernedida. Me ji cihê nobedê dûr dixistin lê belê em dîsa dihatin û dest bi çalakiyên xwe dikir. Me dest ji têkoşîna xwe berneda û em bi biryar bûn. Zexta dewletê hertim hebû û îro jî heye. Li gel hemû astengî û qedexekirinê jî eme dest ji doza xwe berneda. Me têkoşîna xwe berdewam kir. Me di vê riyê de gelek berdelên giran dan. Wê demê hevjinê min û tiyên min binçav kirin. Em bi zorê ji gund hatin koçberkirin.  Du tiyên min û birayê min şehîd bûn. Lawikê min jî li Kobanê şehîd bû.  Min cenazeya lawê xwe jî nedît. Hundir û dile dayikan tijî ye.”
 
‘Divê li hemberê tecrîdê bêdeng neyê mayîn’
 
Cemîle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê jî û anî ziman ku tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye û di axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ez vê tecrîda li ser birêz Ocalan jî qebul nakim. Dixwazim birêz Ocalan azad bibe û tecrîd bi dawî bibe. Her wiha tecrîda li ser girtiyan jî bila bê rakirin. Hemû girtiyên me yên sîyasî û kesên ku ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne bila bên berdan. Ev zextên li ser girtiyan encama tecrîda li ser birêz Ocalan e. Bila dayik negirîn. Bila tu kes êş û zilmê nekşîne. Daxwaza me dayikan tenê aştîyek mayînde û edalet e.  Divê ûjdan hebe û hemû girtî werin berdan. Niha zext û astengî li ser me hene û em naxwazin êdî bi wan zextan bilîn. Em şer, kuştin û girtinê naxwazin.”
 
‘Ne ev komplo ne jî tecrîd tê qebûlkirin’
 
Hefsadî Aslan jî anî ziman ku Gele Kurd tevî ewqas zilm û zordestiyê serî netewandiye û destnîşan kir ku bi hezaran kurd ji ber doza maf û hebûna xwe girtî ne û zilmê dibinin. Hefsadî, got: “Me di salên 90’î de zilmek mezin dît û em hîna jî vê zilmê dibînin. Bi hezaran kes hatin girtin û binçavkirin. Tişta ku hatiye serê kurdan nehatiye sere tu gelan. Wexta ku Abdullah Ocalan hate girtin em jî gelek pê êşiyan . Herkes pê êşiya û zilmeke mezin hate kirin. Ne ev komplo ne jî tecrîd tê qebûl kirin. Îro li zindanan bi hezaran girtî di bin zilm û tecrîdek mezin de ne. Bi sedan girtiyên nexweş hene ku werin dermankirin. Ka însanetî , ka wîjdan û ka edalet.”
 
‘Divê em yekitiya xwe ava bikin’
 
Hefsadî, di dawiya axaftina xwe de banga yekitiyê kir û got: “Li hemberê vê zilm û tecrîdê divê Gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û ev êrîşên li dijî hebûn û nirxên gel vala derxînin. Heke me kurdan yekitiya xwe ava bikirina ewqas zilm, kuştin û zext me nedîdit. Wextê yekitiya me hebûya wê tu êrîşên li dijî hebûna me bi ser neketa. Lewra pêwîst e ku kurd yekser bi yek bin.”