'Nobeda Edaletê' ya Wanê meha xwe ya duyem li dû xwe hişt

  • 16:00 8 Sibat 2022
  • Rojane
AMED / WAN - Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebru Gunay a ku çû serdana "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê ya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û nexweş in bê berdan dest pê kirine bang li Wezareta Dadê kir û diyar kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. 
 
 "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Amedê ya ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên înfaza wan hatine betalkirin û nexweş in bê berdan dest pê kirine ket roja 85'an a li Wanê jî du meh li dû xwe hişt. Xizmên girtiyên nexweş Înci Guler, Hasine Guler, Nazire Boltan, Nuray Abay û Reşayet Ada beşdarî nobeda îro ya li Amedê bûn.
 
Xizma girtiyên nexweş Hasine Guler da zanîn 85 roj in ew ji bo edalet, mirovatî, yekîtiyê "Nobeda Edaletê" digirin û daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan. 
 
'Êdî bila dengê me bibihîsin'
 
Xizma girtiyên nexweş Nazire Boltan jî da zanîn girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û wiha got:"Ji bo girtiyên nexweş bên berdan û edalet bê cih em li vir in. Ne tenê ji bo girtiyên xwe em ji bo hemû girtiyan li vir in. Êdî bila dengê me bibihîsin."
 
Xizma girtiyan Nurayê jî got:"Em wekî dayik naxwazin girtî jiyana xwe ji dest bidin. Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên tedawîkirin."
 
Wan
 
Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebru Gunay çû serdana Rêxistina HDP'ê ya Mehmûdiyê. 
 
'Ji têkoşînê wêdetir rê tune ye'
 
Hevserokê HDP'ê yê Mehmudiyê Seyfettin Ozsoy ê çû serdana malbatê û di destpêkê de axivî da zanîn ku ji têkoşînê wêdetir rê tune ye û got ev dewlet heq û hiqûqê nas nake. Seyfettin da zanîn ku di serî de Aysel Tugluk divê hemû girtî bên berdan û got ji Birêz Ocalan xeber nayê girtin, em vê bêhiqûqiyê şermezar dikin. 
 
Banga li Wezareta Dadê
 
Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebru Gunay jî bang li Wezareta Dadê kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan û got:"Malbat ji bo li derve fikarên xwe bînin cih li berxwe didin. Daxwazên dayikan daxwazên me ne. Em van binpêkirinên mafan qebûl nakin. Ez bang li Wezareta Dadê dikim: Dengê malbatan bibihîsin. Dawiyê li van polîtîkayên îşkenceyê bînin. Hîn ji bo girtiyên nexweş nebûye dereng têkevin nava tevgerê."