Ebru Gunay: Divê em wekî jinên hiqûqnas ji girtiyan re bibin deng

  • 14:35 8 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Hevdîtina yekem a Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya bi jinên hiqûqnas re li Wanê pêk hat. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay da zanîn di bingeha zext, muameleya ne baş a li girtîgehan de sîstema tecrîda Îmraliyê heye. Ebruyê got divê her kes bibe dengê jinên di hundur de. 
 
Bi beşdariya Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay derbarê binpêkirina mafên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş li Wanê bi jinên parêzer re civîn çêbû. Li eywana civînê ya li Baroya Wanê hat kirin pankarta "Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan em bi hiqûnasan re tên gel hevdu" hat daliqandin. Parêzerên endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê û gelek parêzer ji baroyê beşdarî civînê bûn. 
 
'Li girtîgehan edaleta mêr di meriyetê de ye'
 
Ebru Gunay di rûniştina yekem a ji çapemeniyê re vekirî axivî. Ebruyê da zanîn ku li girtîgehan edaleta mêr di meriyetê de ye û wiha got:"Mijarên giranbûyina binpêkirina mafan a li girtîgehan a ku li dijî jinan girantir dibe û serbestberana bi polîtîkayên bêcezahiştinê ya bersûcên ji komkujiyên jinan berpirs in, hene. Em dibin şahidê pirsgirêkên jin li girtîgehan dijîn. Sîstema edaletê hilweşiyaye û daraza mêr di meriyetê de ye. Me xwest em li ser van mijarana bi we re biaxivin."
 
'Nebihîstina qêrîna Garibeyê ji daraza mêr ne qut e'
 
Ebruyê da zanîn ku êrişa zayendî ya li dijî Garibe Gezer bê ceza ma û ew di odeya yekkesî de girtin û wiha got:"Qêrîna Garibeyê nehat bihîstin. Nebihîstina qêrîna Garibeyê ji daraza mêr ne qut e. Dewsa cinayetên kiryarê wan ne diyar mirinên li girtîgehan girtiye. Yek ji polîtîkayên bingehîn a hepiskirinê ew e ku girtî bi tenê bê hiştin. Lê divê jinên li derve bibin guhê jinên di hundur de."
 
Piştre civîn ji çapemeniyê girtî dewam kir.