Bi îdiaya 'Propagandayê' ceza li rojnameger Selda Manduz birîn

  • 13:29 8 Sibat 2022
  • Rojane
QERS - Li rojnamevan Selda Mandûzê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Rojnamevan Selda Mandûz ji doza bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê dihat darizandin beraet kiribû, lê li ser îtîraza dozgeriyê Dadgeha Îstînafê biryar betal kiribû. 
 
Darizandina Seldayê ya ji ber parvekirinên nûçe û wêneyan ên li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal tê sûcdarkirin ji nû ve dest pê kir. Di danişîna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin de Selda û parêzerê wê amade bûn. Selda, sûcdarî qebûl nekirin û daxwaza beraeta xwe kir. 
 
Dadgehê ji ber “propagandaya rêxistinê” li rojnamevan Selda salek û 6 meh cezayê hefsê birî û ceza taloq kir. Dadgehê di heman demê de biryar da ku hemû materyalên ku hatibûn desteser kirin, bên îade kirin.