'Nobeta Edaletê' di roja 337'an de ye: Em ê bi ser bikevin

  • 12:19 8 Sibat 2022
  • Rojane
RIHA - "Nobeta Edaletê" di roja 337'an de didome. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tendirustiyê nobeta xwe li malê dewam kir. Ferît Şenyaşar jî li ber edliyeya Rihayê nobeta xwe domand. 
 
Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjînê dayika Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê hatin kuştin. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Dayika Emîn Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, ji bo girtina kujeran û darizandina wan, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Malbata Şenyaşar 337 roj li pey xwe hişt.  Dayika Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e, çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî li ber deriyê edliyeyê bû.
 
Têkildarî mijarê malbatê li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir. Peyama malbatê wiha ye: "Nobeta me ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê berdewam e. Dê banga me ya edaletê bidome. Bêdengiya li hemberî zilmê, tê wateya parastina kujeran. Hemû baro, rêxistinên hiqûqê, partiyên siyasî û xelkê bi rûmet ê Rihayê xwedî li me derket. Em mafdar in û em ê bi ser kevin."