'Em ji bo girtiyên nexweş dixwazin bi jinan re plana hevpar çêbikin'

  • 11:54 8 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ji bo ew balê bikşînin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş dê bi jinên hiqûqnas re bên gel hevdu û wiha got:"Em wekî jin dikarin çawa li dijî vê pêvajoyê bisekinin em dikarin çawa îtirazeke xurt bikin em ê nîqaş bikin û planeke hevpar çêbikin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş dê bi jinên hiqûqnas re bên gel hevdu. Dê di civînaka ku li ser rewşa girtiyan bê axaftin de li ser çareseriyên hevpar bê sekinandin. Dê Berdevka HDP'ê Ebru Gunay îro li Baroya Wanê bi jinên hiqûqnas re bê gel hevdu. Plansaziya Meclîsa Jinê ji bo bajarên din çêkiriye wiha ye: Di 10'ê Sibatê de li Enqereyê, di 12'ê Sibatê de li Edeneyê, di 15'ê Sibatê de li Stenbolê, di 19'ê Sibatê de dê li Amedê hevdîtin bi jinên hiqûqnas re wê bê kirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran armanca bingehîn a hevdîtina dê bi jinên hiqûqnas re bê kirin ji ajansa me re ragihand. 
 
'Li girtîgehan rejîma mirinê pêk tê'
 
Ayşeyê bi bîr xist ku wan di 10'ê Sibata 2021'ê de wekî Meclîsa Jinê ya HDP'ê kampanyaya "Ji bo jinan edalet" dane destpêkirin û wiha got:"Em bi bêedaletiyeke mezin re rû bi rû ne. Niha qeyrana aboriyê li holê ye û her roj jin tên kuştin ji aliyekî jinên li dijî desthildatdariya mêr têkoşînê didin û xwe diparêzin di girtîgehan de ne. Tifaqa AKP-MHP'ê li girtîgehan veguheriye navenda mirinê."
 
Ji bo girtiyên nexweş divê çi bê kirin?
 
Ayşeyê bi lêv kir ku ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş ên dinê divê tevgereke lez pêk were û wiha domand:"Niha girtîgeh bi sepanadina li dijî girtiyên li girtîgehan di rojevê de ye. Girtiyên nexweş bi israr di girtîgehê de tên girtin. Garibe Gezer jî loma jiyana xwe ji dest da. Loma me xwest em bi baroyan parêzvanên mafên mirovan werin gel hevdu. Me xwest em bi jinan werin gel hevdu û nîqaş bikin. Em dixwazin plansaziyeke hevpar çêbikin. Em wekî jin dikarin çawa li dijî vê pêvajoyê bisekinin em dikarin çawa îtirazeke xurt bikin em ê nîqaş bikin û piştî hevdîtinan dê plansaziyeke şênbertir bê çêkirin."