Li Girtîgeha Bunyanê lêgerîna tazî li girtiyan dikin

  • 11:18 8 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Songul Adin a ku li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê Girtî ye, di hevdîtin bi telefonê bi malbata xwe re kir de, diyar kir ku dema ew birine nexweşxaney lêgerîna tazî lê kirine. Birayê Songulê Necmettîn Adin, diyar kir ku derûniya xuşka wî ne baş e û got ku bila bêhiqûqî bên bidawîkirin.
 
Li gel ku Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê bi îşkenceya gardiyanan a li 15 girtiyan kirine di rojevê de ye, ji girtîehê agahiyên binpêkirinên nû tên. Songul Adin a ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê girtî ye, di hevdîtina telefonê ku bi malbata xwe re kir, diyar kir ku dema ew birine nexweşxaneyê lêgerîna tazî lê hatiye kirin. 
 
Ferzkirina lêgerîna tazî
 
 Birayê Songulê Necmettîn Adin, diyar kir ku Songulê bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin, 11 sal û 4 meh ceza lê hatiye birîn, piştî cezayê ew ji Girtîgeha Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Xerpêtê kirin û ji wê jî ew sirgûnî Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê kirine. Necmettîn got ku xuşka wî du sal e li Girtîgeha Bunyanê tê girtin û wiha berdewam kir, "Îro hevdîtina me ya bi telefonê bi xuşka min re hebû. Her roj digot ez nexweş im.  Wê ji bo bibin nexweşxaneyê birine Eedeneyê doktor. Di sala 21'ê de divê ji fetqê bihata emeliyatkirin lê nayê kirin.  Xuşka min got ku dema ew ji bo biçe nexweşxaneyê birine Edeneyê lêgerîna tazî lê kirine û anî ziman ku ev lê gerîn bi taybetî du hefte ye tê kirin. 
 
'Ji me re negotin ku krîza dil derbas kiriye'
 
Necmettîn diyar kir ku Songul divê ji fetqê emeliyat bibe lê dema ku ew birine nexweşxaneyê bi rê de li gorî dosyaysa wê muamele pê re kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Berî bi du hefteyan qrîza dil destbas kiriye û tu kesî ji me re negotiye.  Dema birine nexweşxaneyê bijîşk xwestiye li nexweşxaneyê bê hitşin lê qerdiyayan nehiştiye ku bimîne. Piştî ku Songul bi ser hişê xwe hatiye ew careke din birine girtîgehê."
 
'Derûniya wê ne baş e'
 
Necmettîn anî ziman ku Songulê nexweşiya sînîr pê re heye û derûniya wê ne baş e, " Berî ku Songul bê girtin bi 15 rojan dayika me jiyana xwe ji dest da. Songul di wê rewşê de ket girtîgehê . Piştî ket girtîgehê jî birayê me yê herî mezin jiyana xwe ji dest da .Ev agahî jî di girtîgehê de girt."
 
'Ez dixwazim xuşka min ji wê sax derkeve'
 
Necmettîn diyar kir ku wan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye û wiha dawî li axafina xwe anî, "Cihê ku jê nepirsim nema. Min ji hemû cihên têkildar re agahî dan. Ez dixwazim kuşka min ji girtîgehê sax derkeve. Xuşka min 5 sal û 5 meh e di girtîgehê de ye."