ROJEVA 8'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 8 Sibat 2022
  • Rojev
 
*Jinên ku 9 sal in li bazara jinan a Jiyanê dixebitin dibêjin ew weke zayenda dijalî tên dîtin û yên ku herî zêde ji qeyranan bi bandor dibin jî ew in. Jinan gotin ev qeryana mezin dibe wê bibe sedema qeyrana civakî jî. DÎMEN HEYE
 
*Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku divê pêşiya komployê, pêvajo û piştî komployê cuda bê nirxandin û wiha got: "Ji ser tecrîdê şantajê li gelê kurd dikin. Her carê tecrîdê giran dikin û peyamekê didin civakê. Lê ji bîr dikin ku sekneke gelê kurd û tevgera siyasî ya kurd li dijî vê peyamê heye." DÎMEN HEYE
 
*Jinan bal kişandin ser tecrîdê û destnîşan kirin ku heya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe, wç gel jî azad nabe. Her wiha jinan diyar kirin ku komploya navneteweyî û tecrîd girêdayî hevdû ne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê derîyê Îmraliyê bê vekirin. DÎMEN HEYE
 
*Bi rê û rêbazên cuda astengî û êrişên li ser zimanê kurdî didomin. Em daketin kolanan û me têkildarî astengiyan ji jinên Amedê pirsî. Jinan diyar kirin ku êriş û astengiyên li ser zimanê kurdî  nîjadperestî ye û gotin:"Çiqas were qedexekirin jî em ê ruxmê hemû astengiyan zimanê xwe biparêzin." DÎMEN HEYE