Rojnamevan Nurcan Yalçin hat berdan

  • 20:28 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat berdan. 
 
Rojnamevan Nurcan Yalçin ku di 4'ê Sibatê de li Amedê di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin, piştî karê li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Yalçinê sewqî dadgehê kir. Dadgeriya Ceza ya Sulhê Yalçinê bi şertê kontrola edlî berda. 
 
Hevpîşeyên Nucanê ew li ber edliyeyê pêşwazî kirin.
 
Nurcanê, bi nûçeyên çêkiribûn dihat sûcdarkirin.