Dayikên Aştiyê serdana 'Nobeda Edaletê' kirin

  • 16:35 7 Sibat 2022
  • Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê yên ji Colemêrg û navçeya wê Geverê hatin serdana "Nobeda Edaletê" ya Wanê kirin. Ji dayikan Gulê Polat got, "Li vî welatî ji edaletê wêdetir zilm û heqaret heye."
 
"Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin dane destpêkirin li Baroya Wanê di roja 59'emîn de berdewam dike. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyêji Colemêrg û navçeya wê Geverê hatin serdana malbatan.  8 Dayikên Aştiyê ku ji serê sibehê ve ketin rê, çûn Baroya Wanê û piştgiriya xwe bi xizmên girtiyan ên li Baroyê re ragihandin. Dayik ji aliyê dayika Malîk Demîragaç ê ku 6 sal e li Girtîgeha Tîpa T ya Bandirmayê  Emîn Demîragaç û hevjîna Îbrahîm Alkan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê  girtiye Dilşah Akin ve hatin pêşwazîkirin. 
 
'Em ê li gel dayikan bin'
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Gulçîn Karbuk ku hat serdana malbatan diyar kir ku ew ji bo piştevaniya bi malbatan re hatine û got, "Em dayik naxwazin ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan bên derxistin. Ji bilî aştî edalet û azadiyê tu daxwaza me tune ye .Em ê herdaîm li gel dayikên di çalakiyê de bin û piştevanên wan bin."
 
'Edalet tune ye lê zilm heye'
 
Dayika Aştiyê Gulê Polat jî got heta ku êş bi dawî bibin ew ê têkoşînê bidomînin û divê deriyên girtîgehan êdî bên vekirin. Gulê wiha berdewam kir, "Bi meha ye dayikên me li glelek cihan "Nobeda Edaletê" digirin. Malbatên me dixwazin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em ji zarokên xwe agahiyê nagirin û nizanin ku di çi rewşê de ne .Bila girtiyên me berdin em dikarin wan tedawî bikin .Bila êdî bes zilmê li vî gelî bikin .Ger ku li vî welatî edalet hebûya wê Wezîrê Edaletê rojekê pirsa van diayikan bikira û bigota hûn çi dixwazin. Xweda jî vê zilmê qebûl nake."
 
Serdan bi çepikan bi dawî bû
 
Herwiha îro gelek esanf jî çûn serdana dayikên çalager. Ji esnafan Nevzat Hamzaoglu, diyar kir ku ew li gel têkoşîna dayikan e û berdewam kir, "Mafên girtiyan jî heye û divê ji wna re bê dayîn. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe."