Xizmên girtiyan li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin

  • 15:36 7 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Di "Nobeda Edaletê" ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin de, li dijî tecrîdê banga têkoşînê hat kirin.
 
"Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin ve li Baroya Amedê hat destpêkirin di roja 84'an de berdewam dike. Di çalakiya îro ya nobedê de ji xizmên girtiyan Reşahat Ada, Hazal Yildirim, Hasîne Guler, Herdem Mervanî, Încî Guler, Nura Abay û Haki Boltan cih  girtin. 
 
'Rojê sê caran bi ser qawîşan de digirin'
 
Ji xizma girtiyan Încî Guler, diyar kir ku carna rojê 3 caran bi ser qawîşên girtiyan de digirin û got ku tundiyeke mezin a polîtîk li ser girtiyan tê meşandin. 
 
'Bila girtî serbest bên berdan'
 
Ji xizmên gitiyan Reşahat Ada jî diyar kir ku ew 84 roj in di nobedê de ne û wiha got, "Îşkenceyê li girtiyan dikin, Girtiyan dikin hucreyên yek kesî.  Li zarokên me zilmê dikin. Em bang li wezaretê dikin; bila demildest girtî bên berdan. Tecrîd bê bidawîkirin. Heta ku edalet bê bicihanîn em ji vir naçin."
 
8