Li Hezex û Qilabanê buhabûn hat protestokirin

  • 15:22 7 Sibat 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Çalakiyên li hemberî buhabûnê her ku diçe li bajarên herêmê belav dibin. Li Hezex û Qilabanê welatî daketin qadan û buhabûna heqê ceyranê protesto kirin û gotin: "Kovîd-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje." 
 
Şêniyên navçeya Hezexa Şirnexê, li Kolana Hûnerê li dijî buhabûn heqê ceyranê hatin gel hev. Welatiyên ku xwestin buhabûnê protesto bikin bi astengiya polîsan re rûbirû man. Ligel astengiyan şêniyên navçeyê meşa xwe li dar xistin. 
 
Şêniyên Hezexê bi dirûşmeyên wekî "Kovîd-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje", "Hikûmet îstîfa", "Rêveber îstîfa" û "Ji talanê re na" heta Kolana Îstîklalê meşiyan. Şêniyên Hezexê dema berê xwe da avahiya DEDAŞ'ê bi êrişa polîsan re rûbirû man. Şeniyên navçeyê piştre bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Qileban
 
Li navçeya Qilebanê jî bi sedan kes hatin cem hev û bihabûna ceyranê protesto kirin. Girseya ku heta li ber Nûnertiya DEDAŞ'ê ya Qilebanê meşiyan dirûşmeyên "Hikûmet îstifa bike" berz kirin. Li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî hat dayîn û welatiyan xwest buhayê di zûtirîn bên rakirin.