Dêrsîm Dag: Dîmenê Semra Guzel rastiya gelê kurd e

  • 14:40 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Parlementera HDP’ê Dêrsîm Dag a ku di daxuyaniya ji bo parlementera HDP’ê Semra Guzel de axivî wiha got: “Bi êrişên nîjadperest û zayendperest re di heman demê de pêvajoya aştiyê jî hedef hate girtin. Xwestin bi wan wêneyên Semra Guzel re jina kurd tawanbar bikin. Lewra ew wêne rastiya gelê kurd e. Em pêvajoya aştiyê jî diparêzin û rêhevalê xwe Semra Guzel jî diparêzin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên zayendperest û nîjadperest ên li ser parlementer Semra Guzel pêk hatiye daxuyaniya çapemeniyê li avahiya hevserokatiyê ya HDP’ê dan. Parlementera HDP’ê Dêrsîm Dag, hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulîstan Atasoy, meclîsa jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘Em li gel rêhevalên xwe ne’
 
Gulîstan Atasoy a di destpêka daxuyaniyê de axivî armanca meclîsa jinan a kombûnê bi van gotinan anî ziman: “Her ku îqtidar dikeve zehmetiyê û ber bi kortalê ve diçe hewil dide ku civakê jî ber bi wê kortalê ve bikişîne. Ango îqtidara ku hertim jinên muhalîf, jinên siyasetmedar û jinên kurd dike hedef îro jî wê polîtîkayê dide meşandin. Dixwazin bi neçareseriya pirsgirêka kurd gel bînin beramberî hev û şerên navxweyî derxin. Girêdayî vê jî destnedaniya parlementera HDP’ê Semra Guzel hate rakirin û hedef tê girtin. Em weke meclîsa jinan a HDP’ê cardin diyar dikin ku em li gel hemû rêhevalên xwe yên jin ên ku siyaseta demokratîk didin meşandin in. Ji bo ku em piştgiriya xwe jî bînin ziman me daxuyaniya çapemeniyê amade kir.”
 
‘Dixwazin jinê ji siyasetê dûr bixin’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a  HDP’ê Yasemîn Olçer jî metna daxuyaniyê xwend û got: “Îqtidara ku ketina xwe qebûl nake êrişê derdora xwe dike,  jinên kurd û bi wê ve girêdayî jî siyaseta kurd hedef digire. Wêneyên parlementera me Semra Guzel ku di pêvajoya aşitiyê de hatine girtin piştî 5 salan hate weşandin. Bi daraza mêr bi lezek mezin re destnedaniya ser parlementera me hate rakirin. Daraz vê biryara xwe weke mizgîniyek ji îqtidarê re pêşkêş kir. Kampanyaya lîncê ya li dijî Semra Guzel hatiye destpêkirin carek din nîşan dide ku ger mijar jina kurd û siyaseta kurd be wê dad û qanûn ji holê were rakirin. Armanc tasfiyekirina jina kurd a ji siyasetê ye. Dixwazin qada siyasetê bê jin bihêlin û jineke girêdayî dewletê biafirînin.”
 
‘Ew wêne rastiya gelê kurd e’
 
Dêrsimê jî herî dawî axivî û ev gotin parve kir: “Li dijî parlementera me Semra Guzel êrişên zeyendî û nîjadperest pêk hatin. Ev êriş jî ji aliyê deshilatdariya faşist û mêrane ve hate rêxistinkirin. Lewra ew wêne di pêvajoya aştiyê de bi hestên avakirina aştiyek mayînde hatine kişandin. Xwestin bi vê ve girêdayî jina kurd û siyaseta kurd tewanbar bikin. Lewra pêvajoya aştiyê jî hedef hate girtin. Ew wêne rastiya gelê kurd û rastiya vê erdnîgariyê ye. Em pêvajoyê jî diparêzin û rêhevala xwe jî diparêzin. Lewra ne tenê gelê kurd û siyaseta kurd bi milyonan kes piştgirî didan vê pêvajoyê. Ev êriş ne li ser Semra Guzel tenê li ser me hemûyan tê meşandin. Bi taybetî kesên ku wêneyên wan bi qetilkar û kujerên jinan re derketiye nikarin me bi wêneyên pêvajoya aşitiyê re tewambar bikin. Em hene û em ê tim hebin. Kes nikare me têk bibe.”