Rojnameger Nurcan Yalçin sewkî edliyê kirin

  • 14:18 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Rojnameger Nurcan Yalçin ji bo îfadeya xwe li dozgeriyê bide sewkî edliyê kirin.
 
Rojnameger Nurcan Yalçin a ku di 4'ê Sibatê de bi ser mala wê de hat  girtin û binçav kirin karê wê yê li muduriyet polîsan qediya. Hat diyarkirin ku li emniyetê ji Nurcanê roportajên ku beriya qedexeya li Sûrê hatine kirin vîdeoyên wan hatine pirsîn. 
 
Nurcan piştî karê derbarê wê de yê li muduriyeta polîsan qediya ji bo îfadeyê bide dozgeriyê sewkî edliyê kirin.