'Nobeda Edaletê' di roja 336'an de ye: Wê bi zilma xwe werin bîranîn

  • 13:35 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
RIHA - "Nobeda Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku di 9'ê Adara 2021'ê de dest pê kiribûn berdewam dike.
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 336’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê, Ferît Şenyaşar jî li pêş avahiya edliyeyê çalakiya xwe didomîne. 
 
'Dê bi zilm û komkujiya kirine bên bîranîn!
 
Ferît Şenyaşar diyar kir ku tevî astengkirinan nêzî salekê ye nobeta xwe didomînin û bertek nîşanî biryara nepentiyê ku li ser dosyaya doza komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatî da. Ferît, anî ziman ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nîne têkildarî kuştina 3 kesan de tu kes nehatiye girtin û wiha got: “Bi destê dewletê li Bediuzzaman Seîd Nûrsî zilm hat kirin. Ev zilm derbasî dîrokê bû. Zilma bi destê dewletê li pêş Edliyeya Rihayê tê kirin jî derbasî dîrokê dibe. Mirov dibin şahid. Navên walî, serdozger û Wezîrê Dadê yên demê jî dê derbasî dîrokê bibe. Dê bi zilm û komkujiya hatiye kirin bên bîranîn.”