Bîrsen Kars jiyana xwe ji dest da

  • 11:41 7 Sibat 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bîrsen Kars a li Elmanyayê tedawiya pençeşêrê didît û ji Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê sax filitîbû jiyana xwe ji dest da. 
 
Di komkujiya 19'ê Kanûna 2000'î de ku dewleta tirk li hemberî girtiyên li dijî girtîgehên tîpa F di greva birçîbûnê de bûn pêk anî, Bîrsen Kars bi giranî birîndar bûbû. Qenala Halkin Sesî TV ragihand ku Bîrsen Kars a bi salan bû li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê tedawiya kanserê didît, jiyana xwe ji dest da.
 
Bîrsen sala 1992'an dema ku xwendekara Endezyariya Endustrî ya Zanîngeha Stenbolê bû di dema çalakiyekê de hatibû destgîrkirin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Bîrsen di dema Komkujiya 19'ê Kanûnê de digot 'Em şeş jin bûn, bi saxî em şewitandin û bi birîneke giran li ambûlansê siwar dikirin'. Bîrsen ji ber çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn û îşkenceya giran bi nexweşiya pençeşêrê ket. Beşeke mezin a serê Bîrsen Kars, destên wê û pişta wê şewitî bûn.