Ji bo dersa bijarte ya kurdî îro roja dawî ye
- 11:34 7 Sibat 2022
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî îro roja dawî ye.
Li dibistanên Tirkiye şo dersa bijarte ku xwendekarên pola 5,6, 7 û 8'an dibijêrin kurdî jî hatibû zêdekirin û ji bo serlêdanê jî 21'ê Çileyê wekî roja dawî hatibû diyarkirin. Lê li ser daxwazên gel û daxwazên li ser medaya civakî ev dem heta 7 sibatê hatibû dirêjkirin.
Heta vê rojê bi sedan xwendekarên kurd ji bo xwe dersa kurdî bijartin.
Ji bo ku zarokên kurd vê dersê bibijêrin di serîde hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar banga bijartina dersa kurdî kiribûn.
Îro jî ji ber ku roja dawî ya serlêdana vê dersê ye, li ser medya civakî bangên bijartina dersê berdewam dikin.