ROJEVA 7'Ê SIBATA 2022'YAN

  • 09:00 7 Sibat 2022
  • Rojev
 
*Hevseroka Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Enahîta Sîno têkildarî girêdana jin û wêjeyê wiha nirxand:"Tiştên mîna, edalet, aştî, xweşiyê hemû girêdayî jinê ye, ji ber jin jiyan e û wêje jî dibe îfadeya jinê." DÎMEN HEYE
 
*Berdevka HDP’ê Ebru Gunay der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û da zanîn ku netew dewlet hewl dide xwe ji nû ve li ser DAIŞ’ê dîzayn bike û got: "Sînor û teşeyên birêvebirina dewletê bê wate maye û ji ber vê jî xeta têkoşîna ku sînor bezandine di nokteyek enternasyonal de ye. Dema rewş wisa be jî desthilatdarî hewl dide qadên xwe berfireh bike."
 
*Rêvebera MED-TUHAD-FED'ê, Sunay Aslan balkişand ser polîtîkayên tecrîdê yên ji girtîgehan de hatine destpêkirin ku li ser hemû civakê bi bandor bûne û wiha got: “Bi qanûna înfazê ya li girtîgehan re pêşî li tahliyekirina girtiyan tê girtin û şert û merc roj bi roj girantir dibin. Tecrîd, îzolasyon û binpêkirinên mafan bandorek mezin dikin. Girtiyên di serê salên 90’î de heta niha girtî ne û cezayê muebetê girtine, di şertên giran de li dijî nexweşiyan têdikoşin.”DÎMEN HEYE
 
*"28 sal in ku ev gel di bin êrîşên balafiran de li ber xwe dide gelo ma cîhan vê berxwedanê nabine? Pirsek girane ji bo mirovahiyê ji ber li Mexmûrê tê kuştin, yê tê qetilkirin ne bedene, wijdana mirovahiyê ye. Ev gel ew gelê ku di sala 1994’an de ixanetê qebûl ne kirine û warê xwe hemû hêlane û ber bi rêyek dûr û dirêj ve ketiye rê. Di vê rêya dûr û dirêj de yek car jî be serî ne tewandiye can daye, parçe ji bedena xwe daye, serî daye, mal û milkê xwe daye lê tu caran îxanet û xwe firoşiyê qebûl nekiriye."JI PÊNÛSA JINAN 
 
*Dê Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê têkildarî 6'emîn salvegera komkujiya li jêrzemînên Cizîrê daxuyaniyê bide. (11.00)