'Nobeda Edaletê' ya Wanê di roja 58'emîn de ye

  • 16:32 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
WAN - Bavê Malik Demiragaç ê girtî Îsa Demiragaç ê beşdarî Nobeta Edaletê ya Wanê dibe bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û got:"Li Tirkiyeyê edalet tune ye."
 
"Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye betalkirin li Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 58'an de ye. Çalakiya îro ji aliyê Dayika Malik Demiragaç ê ev 6 sal in di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê tê girtin Emine Demiragaç û bavê wî Malik Demiragaç û hevjîna Îbrahim Alkan ê di Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin Dilşah Kalkan dewam kirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê serdana çalakiyê kirin. 
 
'Em edaletê dixwazin'
 
Hatice Akdogan a ku li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê axivî wiha got:"Wekî dayik çi bikeve ser me em amade ne. Çalakiya we pîroz e. Em edaletê dixwazin. Em wekî Dayikên Aştiyê naxwazin xwîn birije. Em naxwazin dilê tu dayikan bişkê."
 
'Li Tirkiyeyê edalet tune ye'
 
Bavê Malik Demiragaç ê girtî Îsa Demiragaç ê beşdarî Nobeta Edaletê ya Wanê dibe da zanîn ew ji bo mafê mirovan û edaletê çalakiya xwe didomînin û wiha got:"Em dixwazin tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe. Ger edalet heba dê cenazeyê Ramazan Turan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê jiyana xwe ji dest da bigirtina camiyê. Ka edalet li ku ye? Li Tirkiyeyê edalet tune ye."