Li Mêrdînê buhabûna ceyranê hat şermezarkirin: Me dişêlînin

  • 15:27 6 Sibat 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê buhabûna ceyranê şermezar kir û got: "Em tên şêlandin". Her wiha platformê bang kir ku buhabûn paşve bê kişandin. 
 
Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrdînê buhabûna ceyranê şermezar kir. Hevparên platformê yên li Parka Karayollari ya navçeya Artukluyê hatin gel hevdu pankarta bi nivîsa "Bila buhabûna mezin a ceyranê paşde bê kişandin" hilda. Li ser navê platformê Nûnerê Mêrdînê yê Odeya Muhendîsan a Ceyranê Serfiraz Kurtay xwend. 
 
Serfiraz da zanîn ku bi buhabûnê ew derbasî sala 2022'yan bûne û wiha got:"Faturaya berê bi xerckirina 300 kilovatî 270 TL dihat niha 478 TL tê. Gotinên pêkanîna bi tarîfe ya ji bo malbatên xizan mîna mirov henekê xwe bi aqilê hevdu bike ye. Li vir ne malên xizan ne jî malên rewşa wan normal e tên parastin. Niha şêlandin heye. Em bang dikin ku buhabûn paşve bê kişandin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.